| TÛHAD-FED wê bi meşekê balê bikişîne ser pêkanînên li dijî Ocalan | | Çap kirin | |
|
Federasyona Komeleyên Xizmên Girtiyan TÛHAD-FED wê bi meşekê balê bikişîne ser pêkanînên li dijî Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan. Serokê TÛHAD-FED'ê Alî Erdemîrcî diyar kir ku, wê îsal jî, bi wesîleya salvegera rojbûna Ocalan, meşeke ber bi gundê Amarayê ve pêk bînin. Erdemîrcî da zanîn ku, wê bi meşê balê bikişînin ser tercît û pêkanînên dij-mirovahî yên li dijî Ocalan û daxwaza girtina Girtîgeha Îmraliyê bînin ziman. Serokê TÛHAD-FED'ê Alî Erdemîrcî anî ziman ku, saziyên wekî DTP, Dayikên Aştiyê, Kurdî-Der, Selîs, Kovara Ozgur Halk û Goç-Der jî, piştgirî didin meşê. Erdemîrcî got ku, wê meşa Amarayê di 3'ê nîsanê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê dest pê bike û di 4'ê nîsanê de, di salvegera rojbûna Ocalan de, li gundê Amarayê daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Li gorî daxuyaniya Erdemîrcî girseya ji bajarên din bi rê bikeve, wê di 3'ê nîsanê de li ber Lîseya Fatîhê ya Amedê li hev bicive û ber bi Rihayê ve bi rê bikeve. Erdemîrcî diyar kir ku, ewê şeva xwe li beldeya Alîgor ya Rihayê derbas bikin û di 4'ê nîsanê de saet di 8'an de jî, ber bi Amarayê bi rê bikevin. Serokê TÛHAD-FED'ê Alî Erdemîrcî da zanîn ku, ew li bendê ne, zêdetirî 10 hezaran kes tevlî meşê bibin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
