Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Fermandarê mezin Mahsûn Korkmaz hate bîranîn | Çap kirin |

 Pêşengê 'pengava 15'ê Tebax'ê fermandar Mahsûn Korkmaz bi navê din Egîd, di 28'ê Adara 1986'an de, di şerekî li Çiyayê Gabarê de jiyana xwe ji dest da.

Egît di 15`ê tebaxa 1984`an de, tevî komek hevalên xwe, avête ser navçeya Şirnex Eruhê, destanek nîvîsî û pêşiya pêvajoyeke nû vekir.


Mahsûn Korkmaz ku bi navê xwe yê din, EGÎT, di sala 1956'an de li navçeya Amed Farqînê ji dayîk bû û dûre jî tevî malbata xwe koçî Batmanê kir.

Mahsûn Korkmaz bi navê din EGÎT li Batmanê, ji pêşengên Tevgera Azadiyê Mazlûm Dogan jî nas kir û bû şagirtê wî yê herî bi serkeftî.

Piştî ku Egît Mazlûm Dogan nas kir, di demekî kin de xwe pêş xist û di salên 1977 û 1978'an de bi xebatên li Batmanê derket pêş.

Mahsûn Korkmaz ji bo pêşxistina tevgera azadî û perwerdekirina gel, ciwan û karkeran xebat meşand.

Ji ber van xebat û hewldanan cara yekemîn di hilbijartina şaredarî yên sala 1979'an de şaredariya Batmanê kete destê endamê Tevgera Azadiyê Edîp Solmaz.

Edîp Solmaz di heman salê de, ji aliyê kontrayên tirk ve hate kuştin û vê yekê jî, bandoreke mezin li Egît kir.

Mahsûn Korkmaz di çileya 1980'an de çû Lubnanê û piştî perwerdehiya 7 mehî careke din vegeriya welêt û li Botanê bingeha şerê çekdarî û tevgera gerîlatî danî.

Egît di 15`ê tebaxa 1984`an de, tevî komek hevalên xwe, avête ser navçeya Şirnex Eruhê, destanek nîvîsî û pêşiya pêvajoyeke nû vekir.

Mahsûn Korkmaz di demeke kin de, bi şoreşgerî, şervanî û têkoşîna xwe, xewnên leşkerên tirk ên li Kurdistanê herimand, bû qehram û Egîtê gelê xwe.

Fermandarê mezin Mahsun Korkmaz, di 28'ê Adara sala 1986'an de li Gabarê di şerekî de jiyana xwe ji dest da.

Mahsûn Korkmaz bû Egît û nave bi hezaran zarokên kurd

Egît bû sembol, efsane û mînakê ji bo ciwanên kurd û fermandarê nemir yê şervanên azadiyê.

Egît îro bi wesîleya 22'mîn şehadeta xwe, bi merasim û çalakiyên cûr be cûr hate bîr anîn û tê bîr anîn.

Li aliyê din, Fermandariya YJA-STAR'ê bi wesîleya 22'mîn salvegera şehadeta Mahsûn Korkmaz daxuyaniyeke bîranînê weşand.

YJA-STAR bal kişand ser fermandarî û şervaniya Mahsûn Korkmaz bi navê din Egît û soza pêşxistina xeta Egît da.

YJA-STAR Egît û hemû şehîdên Tevgera Azadiyê jî bi bîr anîn û banga xurtkirina têkoşînê li kurdistaniyan kir.

< <<   >> >