Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Cenazeyên gerîlayên HPG'î nedan | Çap kirin |
Cenazeyên gerîlayên HPG'î bi îdîaya ku 'krokiya cihê bûyerê tuneye' nehatin dayîn.

Ji 9 gerîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan, malbatên 4 ji wan bo ku cenazeyan bigirin, serî li Dozgeriya Komarê ya Şirnexê da.


Piştî ku nasnameya 9 gerîlayan hate eşkerakirin, malbat doh çûn Şirnexê.


Malbatên Abdulkerîm Ertaş, Alî Murşît , Mustafa Îşcan û Şaban Aktaş doh li Amedê hatin cem hev û ji wir derbasî Şirnexê bûn.


Malbatên gerîlayan li Şirnexê ji aliyê rêveber û Şaredarên DTP'ê û girseya gel ve hatin pêşwazîkirin.


Malbatan paşê bi parêzerên xwe re ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bigirin, serî li dogzeriyê dan.


Ji malbatan re hate gotin ku cîhê şer pir stratejîke û krokiya cihê heremê tuneye, loma ew nikarin cenazeyan hilbigirin.


Parêzerê malbatan Muharrem Şahîn der barê mijarê de agahî da û diyar kir ku dozger gotiye cihê ku şer lê qewimiye, li kêleka çemê Hêzile, îhtîmalek mezin, ceset ketine çem.


Parêzer Şahîn, got ku wê sibê bi malbatan re serî li Walîtiya Şirnexê bidin û cenazeyan bi derfetên xwe bînin.


Malbatan dan zanîn ku berdêla wê çi dibe bila bibe ewê xwedî li cenazeyên xwe derkevin.

< <<   >> >