Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STARê diyar kir ku ewê hesabê êrîşên li dijî gel û gerîlayan bipirsin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR'ê balê kişand êrîşên demên dawî yên li dijî gelê kurd, ji malbatên 9 gerîla û şehîdên Newrozê re serxaxî xwest û soza tolhildanê da.
YJA-STAR'ê da zanîn ku, hêzên tirk ji ber darbeyên li Zapê ji gerîla xwarine, bi hemû hêza xwe, berê xwe dane hêzên gerîla yên Bakur û gelê kurdistanê.
YJA- STAR destnîşan kir ku, di encama şerê li Geliyê Hêzil de, endamê Konseya Leşkerî Abdulkerîm Ertaş bi navê kod Kûrtay Faraşîn jî tevî 8 hevalên xwe yên din jiyana xwe ji dest daye'.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR'ê destnîşan kir ku, hêzên tirk ji bo îradeya hêzên gerîla bişkînin êrîşên tunekirinê pêk tînin û got: "Weke hêzên YJA STAR'ê hesap pirsîna ji van êrîşan, deynê me yê rûmetê ye."
YJA STAR'ê 9 gerîlayên HPG'ê yên li Bestayê jiyana xwe ji dest dan jî, weke sembola berxwedana gelê Kurd bi nav kirin.
YJA STARê anî ziman ku di serî de berxwedana dayikên Kurd û jinan, berxwedana hemû ciwanan silav dikin û bang li hemû ciwanan dikin ku berê xwe bidin çiyayê Kurdistanê û di têkoşîna azadiyê de cîh bigirin. |