Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Hêzên tirk li Dersimê dest bi operasyoneke berfireh kir | Çap kirin |
Hêzên tirk li bejahiya Dersimê, bi piştgriya helîkopteran dest bi operasyoneke berfireh kir.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, operasyana ku doh li bejahiya Dersim û li herêma di navbera Ovacik û Pulumurê de dest pê kiribû dewam dike.


Li gorî agahiyan, operasyon bejahiya gundên Sûat, Veranîs, Çiyayê Sor, Çirali, Dedeagaç, Pilvend, Ana Fatma, Taht, Sutluce, Babaocagi û Karşilarê tê meşandin.


Çavkaniyên herêmî diyar kirin helîkopteran bejahiya gundê Veranis bombe kirine û li herêmên din jî piştgirî didin operasyonê.


Heman çavkaniyan gotin ku, sewqiyeta leşkerî ya ber bi herêmê dewam dike û ketin û derketina gundên herêmê jî, hatiye qedexekirin.

Li aliyê din, operasyona pêr li sêgoşeya Dersim, Hozat û Ovacikê dest pê kiribû jî, hê dewam dike û lê belê leşkerên tevlî bûne, beşeke ji wan paşde hatine kişandin.


Li aliyê din 100 wesatiyên leşkerî sewqî Şemzînanê hatin kirin


Çavkaniyên heremî dan zanîn ku li navçeya Colemêrg Geverê piştî 30 wesaîtên leşkerî ji Fermandariya Tugaya Geverê sewqî sînor hatine kirin.


Hate hînbûn ku Konvoy, di Şemzînanê re derbasî Bajaroka Rûbarokê bûye û dema konvoy derbas dibû, bi helîkopterê jî ji hewayê pîştgirî hatiye dayîn.

< <<   >> >