| Sibe 22'mîn salvegera şahedata Mahsûm Korkmaz e | | Çap kirin | |
Sibe 22'mîn salvegera şahedata fermandarê nemir Egît bi navê din Mahsûm Korkmaz e. Pêşengê 'pengava 15'ê Tebax'ê fermandar Mahsûm Kormaz bi navê din Egît, di 28'ê Adara 1986'an de, di şerekî li Çiyayê Gabarê de jiyana xwe ji dest da. Mahsûm Korkmaz ku bi navê EGÎT tê nasîn, di sala 1956'an de li navçeya Amed Farqînê ji dayîk bû û dema zarok bû koçî Batmanê kir û li wir tevlî nav referên Tevgera Azadiyê bû. Egît di kongreya dûyemîn ya PKK'ê de wekî Endamê Komîteya Navendî û Endamê Konseya Navendî ya Hêzên Rizgariya Kurdistan HRK'ê hate hilbijartin. Egît piştî kongreya dûyemîn careke din vegeriya welêt û di 15'ê Tebaxê de avêt ser navçeya Şirnex Eruhê, destanek nîvîsî û pêşiya pêvajoyeke nû vekir. Egît di demeke kin de, bi şoreşgeriya xwe xewn li leşkerên tirk ên li Kurdistanê herimand û bû qehremanê gelê kurd. Egît di 28'ê Adara sala 1986'an de jî li Çiyayê Gabarê di şerekî de jiyana xwe ji dest da û bû sembol, efsane û navê bi hezaran zarokên kurd. Gerîlayên HPG'ê li herêma Parastina Medya ji bo bîranîna fermandarê xwe yê nemir, merasimek pêk bînin. Di vê navberê de, ji ber Hefteya Qehremanîya Netewî û salvegera şahedata fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz, li gelek deveran çalakiyên bîranînê werin lidarxistin. |
| < << | >> > |
|---|
| Nivîskar |
|---|
|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB
Sibe 22'mîn salvegera şahedata fermandarê nemir Egît bi navê din Mahsûm Korkmaz e.