| Ciwanên Kurd êrîşên dewleta tirk şarmezarkirin | | Çap kirin | |
|
Ciwanên Kurd êrîşên dewleta tirk li Amed, Şirnex û Wanê bi çalakiyan şarmezarkirin. Li Amedê ciwanan li ser riya Melîk Ahmetê hatin cem hev û ji bo êrîşên polîsan yên di Newrozê de protesto bikin çalakî lidarxistin. Ciwanan molotof avêtin ser rê, bi sloganan ji bo HPG û Ocalan meşiyan. Êrîşên polîsan li navçeya Wan Erdîşê jî hate şermezarkirin. Li taxên Yeşîlova, Salihiye, Latifiye, Solaha, Orene li beldeya Çelibibagi û li gundên Ekinciler, Şehirpazarı, Dogancı, Hasanabdal bi tevlîbûna hezaran kesî çalakiyên protestoyî pêk hatin. Di çalakiyan de ciwanan sloganên "PKK gel e, gel li vir e" û "Erdoganê Qatîl" qêriyan. Çalakî heta derengiya şevê dewam kirin. Ji aliyê din ve li navçeya Şirnex Cizîrê, li taxa Cudiyê li dijî êrîşan çalakî hate lidarxistin. Bi sedan ciwan doh bi şev kom bûn û ber bi riya Nisêbînê ve bi sloganan meşiyan. Lê belê polîsan bi panzeran û bombeyên gazê dîsa êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan bi keviran bersîv dan û alozî demeke dirêj dewam kir. |
| < << | >> > |
|---|
| Nivîskar |
|---|
|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB