Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Pêvajoya doza girtina DTPê dewam dike | Çap kirin |
Pêvajoya doza girtina Partiya Civaka Demokratîk-DTPê dewam dike.

DTP'ê ji bo parastina xwe ya esas bike, ji Dadgeha Destûra Bingehîn 3 meh dem xwest.


Seroka Komisyona Hiqûqê ya DTPê Nursel Aydogan û parêzerê partiyê Mehmûd Tanzî bi daxwaznameyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.


Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku îddîanameya der barê girtina partiyê de gelekî berfirehe, lewma ew jî dixwazin li gor vê yekê parastineke berfireh bikin û dema zêde xwestin.


Eger dema DTP'ê xwestiye neyê qebulkirin, divê partî heta 12'ê Nîsanê parastina xwe ya der barê esasê de pêşkêşî dadgehê bike.


Li aliyê din 9'emîn daîreya Dadgeha Bilind a tirk, îmze avêt bin skandaleke hiqûqî.


Heyeta Dadgehê li dozeke Cigirê Serokê Koma DTP'ê Selahattîn Demîrtaş nêrî û biryara 'parlementer be jî, divê darizîn dewam bike' da.


Dadgehê, mafê destnedanê li ber çavan negirtiye û xwestiye darizîna Demîrtaş dewam bike.


Li gorî vê biryarê jî, rê li ber darizîna hemû parlementerên DTP'ê tê vekirin.

< <<   >> >