Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Şaredariya Seyhanê bûrsa 50 xwendekarên kurd bê hincet îptal kir | Çap kirin |

Şaredariya Seyhanê ya AKP'yî, ji 2 hezar xwendekarên zanîngehê ku bûrs dabûyê, bûrsa 50 xwendekarên kurd, bêyî ku hincetekê nîşan bide, betal kirin. Xwendekaran îdîa kir ji ber ku ew kurd in û beşdarî çalakiyên demokratîk dibin bûrsa wan nehatiye dayîn.


Şaredariya Navçeya Seyhan a Edeneyê, di meha sibatê de li avahiya Şaredariyê, li diyarê noterê peşk avêt û bûrs da 2 hezar xwendekaran. Navên xwendekarên ku bûrs girtine, di sîteya înternetê ya www.seyhan.bel.tr de hate weşandin. Ji xwendekaran hate xwestin ku belgeyên xwe temam bikin û serî li şaredariyê bidin. 50 xwendekarên kurd û çepgir jî li gorî vê yekê belgeyên xwe temam kirin û serî li şaredariyê dan. Lê belê bursa wan nehat dayîn û ji bo vê yekê tu hincet nehat nîşandan. Çend xwendekarên ku mafê bursê girtin lê bûrsa wan nehat dayîn wiha ye: Funda Îpek (Amed), M. Sait Îmret (Êlih), Yasemîn Acar (Mêrdîn), Hasan Kedîk (Êlih), Recep Bagli (Êlih), Garîp Ocak (Semsur), Ozdal Bayer (Dêrsim), Ozkan Akkoç (Colemerg), Hasan Basrî Çîftçîler (Meletî), Alîcan Tekîn (Amed), Engîn Bulundu (Colemerg), Cengîz Zeydan (Colemerg), Îsa Demir (Mêrdîn), Adnan Gunduç (Wan), Mustafa Atîk (Semsûr).


'Me gelek zehmetî kişand'



Ji xwendekaran Funda Îpek, diyar kir ku navê wan di lîsteya esîl de hebûye û lîste li avahiya şaredariyê jî hatiye daleqandin. Îpek, destnîşan kir ku piştî navê xwe di lîsteyê de dîtiye, belgeyên xwe temam kirine û dane û wiha got: "Ez ji bo îkametgahê 3 roj neketim dersê û min ji Amedê îkametgaha xwe neqil kir. Gava ku min belgeyên xwe teslîm kirin rayedarên Miduriyeta Karên Civakî li ser dosyayê 'Tam' nivîsandin û qeyda min çêkirin. Piştre ji min re gotin 'Ser xêrê be' û bûrsa min piştre nedan min. Min pirs kir, tu hincet nîşan nedan. Piştre min bi daxwaznameyê serî lê da, hê bersiva min jî nehatiye."


'Tu hincet nîşan nedan'



M. Saît Îmret jî diyar kir ku ji bo nedayîna bûrsê tu hincet nehatiye nîşandan û got: "Tenê gotin em li gorî krîterên xwe nadin. Me krîter pirsîn, lê negotin ku ka ew krîter çi ne." Adnan Gunduç jî diyar kir ku hemû xwendekarên ku hejmara wan 50 ye û bûrs nedane wan kurd in û îdîa kir ku xwendekarên kurd û şoreşger û yên ku tevlî çalakiyên demokratîk dibin, hedef hatine girtin.


Xwendekarên bi navê Gurbet Karadaş (Çewlik), Hasan Akar (Mêrdîn) û Sîbel Turhal (Semsûr) ku par bi vî awayî bûrsa wan nehat dayîn jî diyar kirin ku şaredariya AKP'yî vê yekê her sal dike û xwendekarên kurd hildibijêre. Rayedarên şaredariyê ku me xwest dîtinên wan bigirin tu agahî nedan.

< <<   >> >