Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
HPG'ê diyar kir ku, wê hesabê 9 gerîla, 5 şehîdên Newrozê bipirsin | Çap kirin |

Hêzên Parastina Gel HPG'ê diyar kir ku, wê hesabê 9 gerîla, 5 şehîdên Newrozê û êrîşên li dijî gel, bipirsin.

 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê balê kişand êrîşên demên dawî yên li dijî gelê kurd û soza tolhildanê da.

 

HPG'ê da zanîn ku, hêzên tirk ji ber darbeyên li Zapê ji gerîla xwarine, bi hemû hêza xwe, berê xwe dane hêzên gerîla yên Bakur û gelê kurdistanê.

 

Biryargeha Navendî anî ziman ku, hêzên tirk ji bo serê têkçûna xwe bigire, bi piştgiriya hêzên îxanetkar di 12'ê adarê de li herêma Bestayê êrîşî yekîneyeke gerîla kiriye.

 

HPG'ê destnîşan kir ku, Hazim Babat û Yasîn Benek ku 20 salan dijminahiya gelê kurd dikin û endamên JÎTEM'ê jî, di operasyona 12'ê adarê de cih girtine û got: 'Di şerê li Geliyê Hêzil de, hevalên me bi qehmeramanî şer kirin. Di vî şerî de Endamê Konseya Leşkerî Abdulkerîm Ertaş bi navê kod Kûrtay Faraşîn jî tevî 8 hevalên xwe yên din jiyana xwe ji dest daye'.

 

Fermandariya Biryargeha Navendî ji ber şehadeta Kûrtay Faraşîn û 8 gerîlayên din, ji malbatên wan û ji hemû kurdistaniyan re sersaxî xwest.

 

Biryargeha Navendî da zanîn ku berxwedana 9 gerîlayên şehîd ketine, bi berxwedaneke bi mînak û nîşandana rihê APOCÎ bûne îfadeya wê hemû hewldanên dewleta tirk pûç werinderxistin.

 

Fermandariya Biryargeha Navendî diyar kir ku, Abdulkerîm Ertaş bi navê kod Kûrtay Faraşîn di sala 1991'an de tevlî gerîla bûye û bi bawerî û têkoşîna xwe di demekî kin de, gelek berpirsyarî girtine ser milê xwe.

 

HPG'ê destnîşan kir ku, hêzên tirk ji bo îradeya hêzên gerîla bişkînin êrîşên tunekirinê pêk tînin û got: 'Bila baş bizanibin ku, li hemberî van êrîşan hêrsa me zêde dibe. Herwiha bila cîhan bizanibe ku, wê hêzên gerîla, li hemberî van şehadetan û êrîşên li dijî gel bêdeng nemînin. Emê hesabê 9 gerîlayan, şehîdên newrozê û êrîşên li Qamişlo, Wan, Colemerg, Sêrt û Geverê bipirsin'.

 

Fermandariya Biryargeha Navendî ji ber pîrozbahiyên Newrozê yên vegeriyan xwedî-derketina li Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan jî û berxwedanên gel jî, silav dikin.

 

HPG xwest ku, pîrozbahiyên Newrozê ku bi Amedê dest pê kirin û belavhî hemû deveran bûn, bibin wesîleya serkeftina meşa azadiyê û got: 'Gelê kurd di serî de li Qamişlo, Gever, Colemerg, Wan û Sêrtê, dîsa bedel dan. Gel û ciwanên kurd, bi serhildanên Newrozê careke din dîrok nîvîsand û careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber APO re anî ziman. Em ji malbatên şehîdên Newrozê re jî sersaxî dixwazin û dibêjin, emê bi hamleya tolhildanê bersiv bidin êrîşkaran. Emê bi hamleya tolhildanê ji êşên gelê xwe re bibin bersiv'.

 

Biryargeha Navendî ya HPG'ê berxwedana ciwan ya Newrozê jî silav kir û got: 'Ciwanan jî helwesteke bi mînak nîşan da û bi awayekî qehremanî li ber xwe da. Ji ber vê berxwedan û helwestê em hemû ciwanan silav dikin û bang li hemû ciwanên kurd dikin, da ku berê xwe bidin çiyayên azadiyê û cihên xwe yên di nav refên azadiyê de cih bigin'.

 

HPG careke din da zanîn ku, ewê parastina gelê kurd jî wekî wezîfe û berpirsyariya bingehîn a xwe bibîne û careke din soz dide ku, ewê tola şehîdan bigire.
< <<   >> >