| Turk ji êrîşan Serokwezîrê tirk Erdogan berpirsyar girt | | Çap kirin | |
|
Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk, ji êrîşên li hemberî pîrozbahiyên Newrozê, Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan berpirsyar girt.
Turk di civîna koma DTP'ê de axivî û hukumeta AKP'ê bi zimanekî tûnd rexne kir û got: 'Heta ev walî û mudurê polîsan ên êrîşkar ji wezîfeyê neyê girtin, emê çalakiyên xwe bidomînin'
Turk bi bîr xist ku, berî Newrozê wan bi Wezîrê Karên Hundurê tirk Beşîr Atalay re hevdîtin pêk anîne û ji bo Newroz bi awayekî aştiyane were pîrozkirin, bersiveke erênî bidin serlêdanên rêxistinên wan.
Ahmet Turk got ku wezîr soz dane wan lê belê pêwistiya sozên xwe bi cih neanîne û însiyatîf daye walî û mudurên polîsan.
Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk bal kişand ser deverên Newroz bi destûr hatiye pîrozkirin û got: 'Deverên destûr hate dayin, tu pirsgirêk derneket. Lê belê li Wan, Colemerg û Sêrtê, hêzên dewletê destûr nedane û bi awayekî hovane êrîşî gel kirine'
Turk bi bîr xist ku, di encama êrîşên hêzên dewletê de, li Wan û Geverê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û got: 'Cam û deriyên malan şikandin, li malan êşkence li gel kirin. Gule reşandin ser gel û welatî kuştin. Dûre jî rabûn hewl dan rastiyan berovajî bikin'.
Ahmet Turk ji êrîşên Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan berpirsyar girt û got: 'Erdogan got ku, heta DTP'a ji PKK'ê re nebêje terorîst wê bi DTP'ê re hevdîtin pêk neyîne. Erdogan bi van gotinan peyam da hin deveran. Ev peyamên wî li Sêrtê derketin pêşberî parlementerên me. Parlementerê me Akin Bîrdal destê xwe dirêj kir, lê belê Mudurê polîsên Sêrt bi gotinên Erdogan bersiv dide. Dibêje wê destê parlementerê ji PKK'ê re nebêje terorîst negire'
Turk bi bîr xist ku, walî û mudurê polîsan, karmendên gelin û got: 'Tu walî û mudurê polîsan nikare li hemberî parlementer û wekîlên gel wisa tevbigere. AKP besha demokrasî û hiqûqê dike. Heger li Tirkiyê demokrasî û hiqûq hebûya, divê ev walî û mudurê polîsan ji wezîfeyê bihata girtin' Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk hêrsa xwe ya li hemberî hukumeta AKP'ê anî ziman û got: 'Heta ev hukumet van walî û mudurên polîsan ji wezîfeyê negirin, emê çalakiyan pêk bînin. Emê dîmenên êrîşan ji hukumet û serok-komar re jî bişînin. Heger hukumet û serok-komar pêwistiyên van dîmenan bi cih neynin û berpirsyarên wehşetan ji wezîfeyê negirin jî, emê wan dîmenan belavî cîhanê bikin'. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
