Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Ayna ji êrîşan hukumeta AKP'ê berpirsyar girt | Çap kirin |

Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna jî, ji êrîşan hukumeta AKP'ê berpirsyar girt.

 

Ayna piştî Wan  Geverê, derbasî Colemergê bû û li wir lêkolîn pêk anîn.

 

Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna çû serdana şaredariya Colemergê jî û dûre jî xîtabî bi sedan kesên li ber şaradariyê kir.

 

Ayna êrîşên li hemberî pîrozbahiyan şermezar kirin û got ku, êrîş di çarçoveya fermanên hukumeta AKP'ê de pêk hatine.

 

Ayna got ku, ji ber êrîşan gelê kurd 2 şehîd dane û got: 'Me 2 şehîd dan. Çi dikin bila bikin, wê gelê kurd, dev ji Newrozê ber nede û Newrozê bi reng û siloganên xwe pîroz bike'.

 

Bi sedan kesên li ber avahiyê li hev kom bûbûn jî, siloganên 'Walî îstifa', 'Her Kurd  gerîla tê dinê' û 'Gelê kurd bi we serbilind e' qîriyan.

 

Hev-seroka DTP'ê Emîne Ayna û heyeta pê re, dûre jî, ji bo lêkolînan pêk bîne, ber bi Sêrtê ve bi rê ket.

 

Li aliyê din Koordînasyoya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewrûpayê CDK jî terora dewletê ya li Wan, Gever, Colemergê û Sêrtê şermezar kir.

CDK'ê ji ber ku li dijî komkujiyên li ser gelê Kurd bêdeng mane dewletên Ewrûpayê jî rexne kir û ev yek weke durûtiyekê bi nav kir.
< <<   >> >