| Parlementer, şaredar û rêveberên DTP'ê li Wanê çûn serdana kesên birîndar bûbûn | | Çap kirin | |
|
Parlementer, şaredar û rêveberên DTP'ê li Wanê çûn serdana kesên ji ber êrîşên hêzên tirk birîndar bûbûn.
Parlemetnera Amedê Aysel Tûglûk, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, şaredarên Baxlar, Yenîşehîr û Erxaniyê jî di nav de, heyeteke DTP'yî ji bo lêkolînkirina bûyeran çû Wanê.
Heyeta DTP'ê li wir tevî parlementerên DTP'yî yên Wanê Ozdal Uçer, Fatma Kûrtûlan, şaredara Bostaniçîiyê Gulcîhan Şîmşek û rêveberên DTP'ê çûn serdana kesên ji ber êrîşan birîndar bûbûn.
Di serdana li Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê de, şaredarê Amedê Osman Baydemîr axivî û diyar kir ku, ew ji bo piştgiriyê çûne Wanê.
Parlementera Amedê Aysel Tûglûk jî diyar kir ku, êrîşên li hemberî pîrozbahiyên Newrozê, şermezar kirin û xwest ku, êrîşkar ji wezîfeyê bên girtin.
Parlementera DTP'ê ya Wanê Fatma Kûrtûlan jî anî ziman ku, walî û mudurê polîsan yên Wanê êrîş berê plan kiribûn û got ku, ji bo walî û mudurê polîsan ji wezîfeyê bê-girtin çi ji destê wan were, ewê bikin. Heyeta DTP'ê piştî ku ji bo sersaxiyê çû serdana malbata Zekî Erînç, ji wir jî derbasî Colemergê bû. |
| < << | >> > |
|---|
| Nivîskar |
|---|
|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB