Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Bila walî Ozdemîr Çakacak ji wezîfeyê weregirtin | Çap kirin |

Saziyên civakî sivîl ên Wanê, xwestin walîyê bajêr Ozdemîr Çakacak ji wezîfeyê weregirtin.

 

Şaxên ÎHD, Mazlûm-Der, Însan-Der û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ÇHD yên Wanê, derbarê êrîşên li hemberî pîrozbahiya Newroza bajêr, civîneke çapemeniyê pêk anîn.

 

Serokê Mazlûm-Der a Wanê parêzer Abdulbasît Bîldîrîcî daxuyaniya hevpar xwend û diyar kir ku, ji sala 1993'an û vir ve, cara yekemîne li Wanê pîrozbahî bi bûyeran derbas dibe.

 

Bîldîrîcî da zanîn ku, hêzên dewletê di 22, 23 û 24'ê adarê de, bi armanca kuştinê li gel xistine û di encamê de kesek miriye, bi dehan kes birîndar bûne û zêdetirî 150'î kes jî, hatine binçavkirin.

 

Serokê Mazlûm-Der a Wanê parêzer Abdulbasît Bîldîrîcî ji êrîşên li bajarê waliyê Wanê Ozdemîr Çakacak berpirsyar girt û got ku, ew wekî Mazlûm-Der, ÎHD, Însan-Der û ÇHD' dixwazin ku, walî Çakacak ji wezîfeyê weregirtin û derbarê berpirsyarên din de jî, lêpirsîn were vekirin.
< <<   >> >