|
Meclîsa Aştî ya Tirkiyê xwest ku, derbarê êrîşkarên pîrozbahiyên Newrozê de, lêpirsîn were vekirin. Meclîsa Aştî ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li hemberî pîrozbahiyên Newrozê şermezar kir. Meclîsa Aştî bi bîr xist ku li Amed û deverên destûr hatiye dayin, tu pirsgirêk derneketine, lê belê ji ber biryarên kêfî yên rayedaran, li Wan, Sêrt, Colemerg û Geverê bûyer derketine. Meclîsa Aştî ya Tirkiyê xwest ku rojek zû, derbarê êrîşkaran de lêpirsîn were vekirin û kesên sûcdar jî werin cezakirin. |