Mal arrow Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Hêzên tirk ji bo sûcên xwe veşêrin ketin nava tevgerê | Çap kirin |

Hêzên tirk, piştî êrîşên terorane yên li dijî gelê kurd, niha jî ji bo sûcên xwe veşêrin ketin nava tevgerê.

 

Dadgehên tirk, bi îdîayên cûr be cûr derbarê kurdistaniyan de, biryarên girtinê didin û dixwazin bi vî rengî sedemên bûyerên Newrozê, kurdistaniyan nîşan bidin.

 

Li Wan, Colemerg, Riha, Stenbol, Kocaelî û li gelek deverên din, bi îdîaya di pîrozbahiyên Newrozê de, bûyer derxistine bi sedan kes hatin girtin.

 

Li gorî agahiyan, li Wanê 17, li Sêrtê 12 kes, li Rihayê 6, li navçeya Wêranşarê 5 kes, li Stenbolê 14 kes û li Kocaeliyê jî 7 kes, li Edenê 21 kes  bi îdîaya di pîrozbahiyan de bûyer derxistine hatin girtin.

 

Li aliyê din, Serokê DTP'a Sêrtê Abdurrahman Taşçi ku doh hatibûn binçavkirin, piştî îfade-dayinê serbest hate berdan.
< <<   >> >