| Hêzên tirk li Bestayê li pey komployane | | Çap kirin | |
|
Hêzên tirk li Bestayê li pey komployan û li Dersimê jî, dest bi operasyonekê kirin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, hêzên tirk li herêma Çêla Sor ya Bestayê li hemberî gerîlayan amadekariya komployan dike.
Heman çavkaniyan dan zanîn ku, hêzên tirk li hemberî gerîla lîstik û komployan amade dikin û ji gerîlayên li herêmê xwestin ku, bi hişyar tevbigerin.
Li aliyê din, artêşa tirk li sêgoşeya Dersim Xozat û Ovacikê de dest bi operasyonek berfireh kir.
Çavkaniyên heremî dan zanîn ku li navenda Dersim, Ovacik, Xozat û heremên wekî Alîbogazî, Beyazdag, Geyiksuyu, Newala Balî Newala Çed, Egrî Yamaç, Otlubahçe û Garît Uşagi operasyonên berfireh tên meşandin. Li gorî agahiyan li gelek noqteyên stratejîk bi helîkopterên Skorsky tîmên taybet datînin û helîkopterên kobra jî herêm bombe dikin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
Mal 