| WAN: 'Kujer Erdogan' û 'Wê dewleta kujer hesabê bide' | | Çap kirin | |
|
Bi 10 hezaran waniyên şehîdê Newrozê 'Zekî Erînç' veşart, siloganên 'Kujer Erdogan' û 'Wê dewleta kujer hesabê bide' qîriyan. Bi hezaran kes tevlî merasima veşartina 'şehîdê Newrozê Zekî Erînç bûn û 'siloganên 'Kujer Erdogan', 'Bijî Serok APO' û ''HPG lêxe, tolê hilbigire' qîriyan. Hêzên dewleta kujer û xwînxwar îmze avêtin bin kujeriyeke din. Rêxistina DTP'a Wanê, ji bo Newrozê doh di 22'ê adarê de, pîroz bike, serî li walîtiya Wanê dabû. Lê belê walîtiya Wanê, serlêdana DTP'ê red kiribû û rê li ber şer û aloziyan vekir. Gelê Wanê doh li hemberî biryara walîtî daket kolanan û dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Hêzên kujer ên dewleta tirk jî, dîsa bi çek û panzeran mudaxele kir û dîsa xwîn rijand. Ji ber êrîşên hêzên kujer ên dewleta tirk, rayedarên DTP'ê jî di nav de, gelek kes bi guleyên hêzên tirk birîndar bûn. Ji kesên birîndar Zekî Erînç yê 35 salî, li nexweşxaneya lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da. Waniyên nûçeya şehadeta Zekî Erînç bihîst, çûn cihê cenazeyê. Parlementerên DTP'ê Ozdal Uçer, Fatma Kurtulan, Pervîn Buldan, Alîkarê Hev-serokê DTP'ê Kamuran Yuksek jî di nav de, bi hezaran kes tevlî merasima veşartina cenazeyê Zekî Erînç bûn. Bi deh hezaran kurdistaniyan cenazeyê Zekî Erînç bi siloganên 'kujer Erdogan' Wê dewleta kujer hesabê bide', 'Bijî Serok APO' û 'HPG lêxe, tolê hilbigire' bir Goristana Şahabaniyeyê. Deh hezaran waniyan, Zekî Erîş bi silogana 'Şehîd Namirin' û 'Kujer Erdogan' veşart û peyama 'Wê dewleta kujer hesabê bide' qîriyan. Bi hezaran kesan piştî veşartina Zekî Erîş, bi qirîna siloganên 'Kujer Erdogan', 'Bijî SEROK APO' û 'HPG lêxe tolê hilgire' heta navenda bajêr meşiyan. Parlementerên DTP'ê Ozdal Uçer û Fatma Kûrtûlan jî, ji kuştina Zekî Erîş hukumeta AKP'ê, walî û mudurê polîsan yê bajêr berpirsyar girtin. Uçer û Kûrtûlan, banga îstifayê li walî û mudurê polîsan yê bajêr kirin û anîn ziman ku, ewê êrîşên hovane yên hêzên tirk li parlemenê bînin ziman û bixwazin ku, berpirsyar bên cezakirin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB