|
Navçeya Bîtlîs Tatwan jî, siloganên 'Bijî Serok APO' û 'PKK gel e gel li vir e' qîriya. Li Tatwanê zêdetirî 10 hezar kes tevlî pîrozbahiya li qada Fûarê bûn. Girseya bi filamayên kesk û sor û zer, qada pîrozbahiyê xemiland û bi yek dengî jî siloganên ji bo Ocalan û PKK'ê qîriyan. Bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiyê bûbûn, êrîşên li hemberî pîrozbahiyê, wekî terora dewletê nirxandin û şermezar kirin. Parlementerê DTP'ê Nezîr Karabaş jî di pîrozbahiyê de axivî, terora dewleta tirk şermezar kir û ji rayedarên dewletê xwest ku, guh bidin daxwazên gel. |