| Terora dewleta tirk li Îzmîrê jî, li kolanan bûn | | Çap kirin | |
|
Bi hezaran kesan ligel hemû astengiyên dewleta tirk, Newroz pîroz kir. Hêzên tirk ji bo pêşiya pîrozbahiyan bigirin, wekî demên darbeyên leşkerî, kolanên bajêr dorpêçkirin. Walîtiyê jî, ji bo heman armancê hemû mizgeft û hoperloyên şaredariyê jî xistin dewrê. Lê belê dîsa jî, bi hezaran kes li ber avahiya DTP'ê li hev kom bûn û Newroz pîroz kir. Parlementerê DTP'ê yê Amedê Akin Bîrdal bi rayedarên tirk re axivî û xwest dorpêçkirinê rakin. Piştî hevdîtinan girse ber bi Qada Gundogduyê dest bi meşê kir û hêzên tirk jî bi awayekî hovane êrîşê gel kirin. Ji ber êrîşa terorane ya hêzên tirk gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin. Hêzên tirk doh êvarê jî, Serokê DTP'a bajêr Mehmet Bayraktar girtibû binçavan. |
| < << | >> > |
|---|
| Nivîskar |
|---|
|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB