|
Li Edeneyê Salona Şanoyê ya Mîmar Sînan ya 30 hezar kesî, têrî beşdarê Newrozê nekir. Edeneyê jî, ji pîrozbahiyeke dîrokî re şahîdiyê kir. Pîrozbahiya li Endeyê li Salona Şanoyê ya Mîmar Sînan pêk hat. Salona 30 hezar kesî, terî beşdarên Newrozê nekirin û bi hezaran kes li ber deriyê man. Bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiyê bûn jî, posterên Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û posterên hunermenda şoreşger Delîla Meyaser vekirin. Bi hezaran kesan, bi yek dengî siloganên 'Bijî Serok APO' û 'PKK gel e gel li vir e' qîriyan û peyama 'AKP xwe şaş neke, bêhna me teng neke' dan. Kesên tevlî pîrozbahiyên 10 salên dawî yên li Edeneyê bûne, gotin ku, cara yekemîn e, ew şahiya pîrozbahiyeke evqas girseyî ya li Edeneyê dikin. |