| Ocalan: 'Pirsgirêka kurd bi hevdîtina min re dikare çareser bibe' | | Çap kirin | |
Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan Newroz pîroz kir û ji ber pîrozbahiya bi coş û heyecan jî, kêfxweşiya xwe anî ziman. Ocalan diyar kir ku, pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêkeke navnetewî, êdî wê wekî Kosova di warê navnetewî de were nirxandin û got: 'Pirsgirêka kurd ne bi paketan û hevdîtina bi hêzên derve, pirsgirêka kurd bi hevdîtina min re dikare çareser bibe'. Ocalan, paketên AKP'ê derbarê pirsgirêka kurd tîne ziman, wekî Paketa Şer nirxand û bi zimanekî tûnd jî, AKP rexne kir. Ocalan, binçavkirina sernîvîskarê Cumhuriyetê Îlhan Selçûk, Serokê Giştî yê Partiya Karker Dogu Perînçek û Rektorê berê yê Zanîngeha Stenbolê Kemal Alemdaroglu jî, nirxand û got: 'Şerê 30 salî Selçûk, Perînçek û Alemdaroglu' tasfiye kirine. Ocalan roja înê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û pîrozbahiya Newrozê, nîqaşên derbarê pirsgirêka kurd, doza girtinê ya AKP'ê û binçavkirina komarperestan nirxandin. Ocalan, bi zimanekî tûnd paketên AKP'ê derbarê pirsgirêka kurd de tîne ziman rexne kirine û wekî Paketa Şer nirxand û got: 'Ev şerê aborî, siyasî û psîkolojîk dimeşînin. Bi paketa psîkolojîk, 500 hezar leşker şandine Kurdistanê. Ma AKP wê karibe bi artêş û polîsan pirsgirêka kurd çaresre bike? Ocalan, bal kişand ser îdîaya AKP'ê ya wekî ji bo herêmê gelek paketên aboriyê vekirine û got: 'AKP îdîa dike ku, gelek pere şandine herêmê. Holdîngan ava dike. Dibêje wê Amedê bike wekî Dûbaî. Bi dayina krediyan di 3 rojan de li Amed, Agirî, Qers û Bîtlîsê holdîngan ava dikin. Balkêşa navenda wan hemûyan jî, Stenbolê ye. Qaşo eşîran bi rêya holdîngan modern dike'. Ocalan anî ziman ku, bi paketên siyasî jî, hin malbat û eşîran dikin holdîn û got: 'Armanca wan jî ewe ku, kurdan li derdora van holdîngan de kom bikin û wan bi sermayeya global ve girê bidin. Dawetan çê dikin û 50 kîlo zêran didin bûkê. Kî vana dike? Kî vana dixe vê rewşê. Rewşa gel li holê ye. Gel birçîye. Gel mehkûmê birçîtî dikin. Dûre di bin krediyên mîkro û makro de, gel bi xwe re girê didin. Vê yekê jî, di ser hin malbatan re dimeşînin. Van pişta xwe dane hin malbatên nîv-kurd û nîv-ereb ên li Mêrdîn, Riha, Sêrt'. Ocalan destnîşan kir ku, ew çareseriya esasî naynin û got: 'Rewşa bêkarî ya li Amedê li holê ye. Îdîa dikin ku, ewê Amedê rizgar bikin? Çawa? Bi rêbazên îro, rizgarî nabe. Tu kes û alî nikarin bi krediyên mîkro û makro Amedê rizgar bike. Amedê ancax gelê Amedê dikare rizgar bike. Ev yek ji bo Riha jî û ji bo deverên din jî wisa ye'. Ocalan ji bo gelê kurd, 'Lihevkirina şaredariya demokratîk' pêşniyar kir û got: 'Ji bo min dibêjin dev ji serxwebûniyê berdaye. Di roja me ya îro de, tu welatê tam serbixwe nîne. Ji ber vê ez behsa azadiya dikim. Ez sînorên welat qebûl dikim. Min netew-dewlet derbas kiriye. Ez behsa lihevkirina şaristaniyê dikim. Ez dewletê û dewletbûnê ji nû ve şîrove dikim. Wateya gotina 'serbixwe' guherî. Êdî tu welat wek berê ne serbixwe ye. Têkiliyên welatan ên bi hev re, guherîne. Ji ber vê ez dibêjim, em gotina 'Kurdistana Azad' bikarbînin baştir e. Ji ber vê ez dibêjim, li her çar parçeyan 'Kurdistana Azad'. Ocalan bal kişand ser girîngiya Kongreya Komara Demokratîk û got: 'Divê Meclîsên Bajaran bên avakirin. Ev ne tenê ji bo kurdan, ji bo tevahiya Tirkiyê derbas dibe. Heger ji nava gel, rêxistinkirin dest pê bike û ber bi jor ve biçe, wê serkeftin pêk bê. Yanî li hemî bajaran Meclîsên Bajaran dikarin bên avakirin. Herwiha hêzên demokrat ên Tirkiyê dikarin di bin bandê Kongreya Civaka Demokratîk li hev kom bibin. Heger hêzên demokrat vê yekê bikin û xebatan bimeşînin, bawer bikin wê benda ji sedî 10 jî, ji sedî 20 jî derbas bikin'. Ocalan da zanîn ku, heger ji bo 6 mehan, şansê siyaseta demokratîk bidin wî, wê karibe ji sedî 70'ê dengan bigire. Ocalan binçavkirina sernîvîskarê Cumhuriyetê Îlhan Selçûk, Serokê Giştî yê Partiya Karker Dogu Perînçek û Rektorê berê yê Zanîngeha Stenbolê Kemal Alemdaroglu jî, wekî pêşketineke balkêş nirxand û got: 'Balkêşa dema Alîkarê Serokê Emerîkayê Dîck Cheney tê Tirkiyê, Dogu Perînçek, Îlhan Selçûk û Kemal Alemdaroglu hatine binçavkirin. Binêrin, Ergenekon di pêvajoya 30 salên dawî de pêş ket. Şerê 30 salan, ew derket holê û tasfiye kir. Hatine 60 saliya xwe, por û rûyê wan sipî bûye, lê belê rewşa wan binêrin. Fêm nakin, çepgirên 60 salî ketine nav rewşeke çawa? Deverên ku van pişta xwe dabûn, çi li wan deran hat. Binêrin ez li Îmraliyê me. Li pey min, piştgiriya gel heye. Ez teslîm nebûm. Li pey min piştgiriya gel heye û ez ji bo gelê xwe têkoşîna xwe dimeşînim'. Ocalan careke din bi bîr xist ku, ew pesnê Mûstafa Kemal nade û got: 'Hin noxteyên divê bên lêkolînkirin hene. Ji van yek serhildana Dersimê ye. Seyit Riza berî dema hatibû diyarkirin, hate daliqandin. Hin kesên xwestin ji bo astengkirina dardekirinê xwe bigihînin Mûstafa Kemal, pêşiya wan hate girtin. Divê ev baş were lêkolînkirin. Bi van gotinan, ez pesnê Mûstafa Kemal nadim. Rastiyan tînim ziman. Aliyên neyinî yên Mûstafa Kemal rexne jî dikim. Dibêjim Mûstafa Kemal piştî salên 1930'î ketiye bin bandora kadroyên Îtîhat û Terrarî. Ji bo xwe biparêze, 'tirkîtî pêş xistiye'. Ocalan diyar kir ku, di 400 salên dawî de, pere girîngtir bûye û got: 'Cihû gelan dikin qirika hev û bi vî rengî cîhanê bi rê ve dibin. Ev polîtîkaya berê fêrî almanan kir. A rast, îdolojiya cihûyan, Hîtler derxist holê. Hîtler berhemekî wan e. Pêşeniya 'Tevgera tirkîtiyê' jî dîsa cihûyan kiriye. Bi kurdan re jî eleqeder bûn. Hetta berî 150'î salan, bi hin malbatên kurdan re ketin nava têkiliyan. Cihû dibêjin qey ewê karibin bi pereyan hertiştî bikin. Sermayaya global di destê wan de ye. Sermayaya cîhanê ew bi xwe bi rê ve dibin. Hetta em van baş fêm nekin, nikarin pirsgirêka kurd û bûyerên li Tirkiyê rast fêm bikin. Heger rast fêm nekin, ewê me bikin qirika hev û emê jî şer bikin. Wekî Sadam, wê gelan bînin hemberî hev. Çepgir-rastgir, elewî-sunî û kurd-tirk herkes wê hev bikuje. Yanî ewê sermayeya global bi rê ve bibin û emê jî, hev bikujin'. Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan da zanîn ku, Îsraîl operasyonên dawî de, alîkariya balafirên bêpîlot ên casûsiyê daye Tirkiyê û got: 'A rast, ev alîkarî nakin. Ev dixwazin em şer bikin. Ev pirsgirêk bi avêtina bombeyan çareser nabe. Min heta niha bi dehan caran gotiye. Bi rêbazên heta niha, dewlet nikara pirsgirêka kurd çareser bike. Dîsa dibêjin, bila werin bi min re hevdîtin pêk bînin. Heger naxwazin, bi min re hevdîtin pêk bînin, nunerên hilbijartî yên kurd hene, bila biçin wan bibînin'. Ocalan ji rayedarên tirk xwest ku, qe nebe qasî îngîlîz û emerîkiyan bi baqil tevbigerin û got: 'Heke ne, em jî qasî wan bi baqil tevnegerin, wê ev cîhanê rê ve bibin û emê jî wekî 'keran' hev bikujin. Ocalan rewşa niha ya Tirkiyê jî, dişiband wekî demên 1908 û 1910'an û got: 'Ez ji bo Tirkiyê, Komara Demokratîk pêşniyar dikim. Ez çareseriya bi xwîn pêşniyar nakim. Ji bo vê min, siyaseta demokratîk û çareseriya demokratîk pêş xist. Careke din dibêjim, siyaseta demokratîk girîng e. Rewşa îro dişibe wekî dema 1908 û 1910'an'. Ocalan şerên siyasî yên li Tirkiyê jî, wekî şerê 2 klîkan nirxand û got: 'Ev 2 klîk, di sala 2002'an de hatin cem hev. Denîz Baykal û Tayîp Erdogan li hev kir. Erdogan û Baykal îtîfaqek ava kir. Lê belê nebû. Şerê wan yê îro, şerê rant û desthilatdariyê ye. Bendewariyên her duyan cûda ne. Nemeşiya. MHP jî, niha di navberê de sekiniye. Ji bo her du aliyan dilîze. Ev yek dibe ku wê mezin bike, lê belê dibe ku, wê têk jî bibe. Berê di navbera van her du klîkan de, dengeyek hebû. Lê belê niha ev aliyê wekî îslamîstên nerm tên zanîn, hewl didin dewletê bi temamî bi dest bixin. Vê hewldanê wisa biçûk jî nebînin. Sermayê wan yê mezin heye. Mirovên wan ên zanist û herwiha di dewletê de kadroyên wan hene û pişta xwe jî dane sermayeya global. Emerîka jî piştgirî dide wan. Ocalan vê hefteyê jî, bal kişandiye ser girîngiya Dibistana Siyasetê û careke din xwestiye Dibistanekî Siyasetê were avakirin û gotiye: 'Pêşengiya vê DTP dikare bike. Dibistanên siyasetê yên gelek partiyan heye. Çima yê DTP'ê jî tunebe?'. Ocalan, reaksiyon nîşanê gotinên wekî DTP' ji aliyê wî ve hatiye avakirin jî da û got: 'Ez li vir çi diaxivim, dewlet bi xwe dizane. Ez besha siyaseta demokratîk dikim. Ez hewl didim pêşiya şerê kurd û tirk bigirim. Belê, ez dibêjim, bila siyaset bêkirin, bila pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin. Ev ne ferman in. Divê herkes siyaseta demokratîk baş û rast fêm bike. Bila gotinên min berovajî nekin. Ez hewl didim pêşiya şer bigirim. Gelo kesên gotinên min berovajî dikin, şer dixwazin. Jixwe 500 hezar leşker bi ser kurdan de şandine. Her roj şer. Ma ew vê, yanî şer dixwazin? Ocalan xwest ku li hemberî Fînans kapîtalê, xebatên bi nêzîkatiya antî-tekel werin meşandin û got: 'Jin jî dikarin di vê sîstemê de cih bigirin. Azadiya jinê gelek girîng e. Heta jin azad nebe, civak azad nabe. Divê xebat di vê çarçoveyê de werin meşandin û rewşenbîr jî di van xebatan de cih bigirin'. Ocalan ji ber pîrozbahiya bi coş û heyecan ên Newrozê kêfxweşiya xwe jî anî ziman û Newroza hemû kurdistaniyan pîroz kir. Ocalan ji ber mirina parlementerê berê kurd Osman Silêman û Istiz Osman xemgiyana xwe anî ziman û ji malbatên wan re sersaxî xwest. |
| < << |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
