| Hêzên dewletê li Wanê xun rijand | | Çap kirin | |
|
Hêzên dewletê ruyê xwe yê qedexekar careke din nîşan da li Wanê xun rijand.
Li navenda Wanê bi sedhezaran kesî xwest Newrozê pîroz bikin, lê hêzên dewleta li bajêr teror meşandin.
Ji ber ku walîtiyê qedexe kir, bi hezaran kes sibê zû li ber avahiya DTPê ya bajêr civiyan, lê belê polîs bi awayekî hovane û çavsor êrîş bire ser girseyê.
Hêzên dewletê di êrîşê de çek bi kar anîn, parlementerên DTPê Fatma Kurtulan û Ozdal Uçer jî di nav de êrîşê girseyê kirin.
Polîsan bi jopan li jinên Kurd ên kincên xwe yên gelêrî li xwe kiribûn, dan û jinek jî di bin panzerê de ma.
Bi dehan kes birîndar bûn û di nava birîndaran de yên rewşa wan giran jî hene.
Tevahiya gelê Wanê li kolana bûn Wan vegerya qada şer.
Bûyerên ku Walîtiyê ji bo pîrozbahiya Newrozê destur neda loma li navenda bajêr destpê kirin, li Xaçort, Akkopru, Yunîplîk û gelek deverên din didomin. Dawiyê, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bajêr Abdurrahman Dogar jî di nav de gelek kes, li ber avahiya DTP'ê hatin binçavkirin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
