| Batmanê bi beşdariya 100 hezar kesî Newroz pîroz kir | | Çap kirin | |
|
Piştî Amedê îro jî Batmanê bi beşdariya 100 hezar kesî pîrozbahiya Newrozê ya bi heybet pêk anî.
Bi kincên xwe yên netewî Batmaniya qada mîtîngê xistin mîna derya rengan û Kurdistana Xweser û Demokratîk xwestin.
Jin, mêr, zarok ji 7 salî heta 70 salî, bi cil û bergên xwe yên netewî Batmaniyan qada newrozê veguherandin derya rengan.
Li qada pîrozbahiyê ala mezin a KCKê û posterê Ocalan hate daleqandin.
Serokê Koma DTPê Ahmed Turk, Parlamenter Ayla Akat Ata, Bengî Yildiz, Şaredarê Batmanê, Serokê DTP a Amedê, serokên navçe, şaredar û nunerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Di axaftinan de Kurdistana Xweser û Demokratîk, efuya giştî û başkirina şertên Ocalan hate xwestin.
Di dema pîrozbahiyê de helîkoptera leşkerî ser gel re firiya û girseyê li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da.
Paşê ji bo şermezarkirina zextan 5 deqe çalakiya rûniştinê hate kirin.
Di Newrozê de axaftinên kurdî derketin pêş, ji bo Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan slogan hatin avêtin. Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk ku axivî, diyar kir ku wan paketa Erdogan a 12 trîlyon lêkolîn kiriye lê tiştek wisa tune ye. Parlementerên DTP'ê Bengî Yildiz jî di axaftina xwe de anî ziman ku gelê kurd Kurdistana Xweser dixwaze. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
