Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Li Rihayê pîrozbahî veguherî serhildanê | Çap kirin |

Bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn û sloganên dilsoziya bi Ocalan re mohra xwe li pîrozbahiyê xist.

 

Li navaneda Rihayê li Qada Termînalê bi deh hezran kes berê xwe dan meydana pîrozbahiyê.

 

Girseya gel  bi posterên Ocalan û alên KCK'ê qada Newrozê xemilandin.

 

Di pîrozbahiyê de parlementerê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Endamê Meclîsa DTP'ê Vakkas Dalkiliç, rêverên DTP'ê xwişk û birayê Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan Mehmet û Fatma Ocalan amade bûn.

 

Girseya gel bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan Ocalan", "Şehîd namirin" û "Erdogan Qatîl" qêriya.

 

Doh jî li navçeya Rihayê Serêkaniyê bi tevlîbûna 15 hezar kesî Newroz hate pîrozkirin.

 

Di pîrozbahiyê de ji bo Ocalan slogan hatin qêrîn û li dijî înkar û tinekirinê nerazîbûn hatin nîşandan.

 

Pîrozbahiyê bi vêxistina agir û girtina govendê heta derengiya rojê dewam kir.
< <<   >> >