Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Gerîlayên HPG'ê jî Newroz pîroz kirin | Çap kirin |

Gerîlayên HPG'ê jî, li Herêmên Parastinê yên Medyayê Newroz pîroz kirin.

 

Pîrozbahî li Qendîlê hate lidarxistin û Alîkara Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Sozdar Avêsta, Newroza Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, ya gerîlayan û gelê Kurd pîroz kir.

 

Avêsta da zanîn ku li dijî konsepta tinekirin û înkarê gelê Kurd li berxwe daye û got, Newroza 2008'an di têkoşna azadiya gelê Kurd de bû mîlad.

 

Piştî axaftina Sozdar Avêsta , Koma Awazên Çiya derket ser dike û bi strana Oremarê her kes coşand.

 

Paşê gerîlayan bi hev re govend girtin.

 

Ji ber pîrozbahiyên Newrozê li gelek gund û girên Qendîlê jî agir hate dadan.

 

Li serê Qendîlê bi agirê Newrozê Apo hate nivîsandin.

 

Gerîlayan heta derengiya şevê tevî gelê herêmê Newroz pîroz kirin û xwe di ser agir re qevastin.

 

Gerîlayên ciwan yên nû tevlî HPG'ê bûne jî Newroz pîroz kirin.

 

Di pîrozbahiya gerîlayên nû de Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Duran Kalkan jî amade bû.

 

Kalkan, piştî ku silav li gerîlayan kir, axaftinek kir.

 

Pîrozbahî bi muzîk û şanoyan dewam kir.
< <<   >> >