DTP bi zimanekî tûnd Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan rexne kir û ew dawetî weşana zindî ya televîzyonekê kir.
Serokwezîrê tirk Erdogan berî çend rojan di bernameyeke televîzyonekê de, DTP bi piştgiriya terorîstiyê sûcdar kiribû û gotibû, ewê bi partiyeke ku piştgirî dide terorîzmÊ re, hevkariyê nekin. Li ser vê sûcdariyê jî, wekîlê Hev-serokên DTP'ê Nûrettîn Demîrtaş û Selma Irmak daxuyaniyeke nîvîskî weşandin û anîn ziman ku, teroristiya esasî li hemberî partiya wan tê kirin. Demîrtaş û Irmak bi bîr xist ku, DTP partiyeke legal û rewaye, siyaseta demokratîk esas girtiye û danzanîn ku terora esasî zext û êrîşên li hemberî partiyeke legal û demokrat e. DTP'ê anî ziman ku tenê di demên dawî de, 7 serokên bajaran û 400 jî rêveber û endamên partiyê ji ber axaftin û xebatên siyasî hatine girtin û ji van girtinan jî, xeta AKP'ê berpirsyar girt. Wekîlê Hev-serokên DTP'ê li ser gotinên Erdogan ên wekî 'Bila DTP xeta xwe biguherîne were jî gotin ku, xeta bi pirsgirêk ya AKP'ê ye. Xeta AKP'ê, xeta bêçareseriyê ye. DTP'ê, Erdogan ji bo nîqaşkirina xetên siyasî jî, dawetî weşaneke zindî ya televîzyonekê kir. |