Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
KCK'ê 8'ê adarê Roja Jinên Kedkar pîroz kir | Çap kirin |
kkk_yurutme4 Koma Civakên Kurdistan KCK'ê 8'ê adarê Roja Jinên Kedkar pîroz kir, Mehmet Denîz wekî şehîdê 8'ê adarê nirxand û soza bilindkirina têkoşînê da.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 8'ê adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û êrîşên dewleta tirk de, daxuyaniyek weşand. KCK'ê bal kişand ser berxwedana gerîlayên HPG'ê ya li Zapê û got: 'Darbeyên gerîlayan li hêzên tirk xistin. Artêşa tirk dîsa wek berê hewl da têkçûn û wendahiyên xwe veşêre. Lê belê hemû hewldanên wê bêencam man. Ji ber berxwedana gerîla jî, rayedar û siyasetmedarên tirk ketine qirika hev. KCK'ê da zanîn ku, gerîla bi berxwedana xwe care din îspat kiriye ku, têkçûna gerîla ne mumkun e û gerîla bi rihê mîlîtaniya Apocîtî, hewldanên dewleta tirk pûç derxistine. Serokatiya Konseya Rêveber bi bîr xist ku, Tevgera APOCÎ ne tenê tevgereke gerîlaye û got: 'Tevgera Apocî, li Kurdistanê şoreşe fikrî û çalakiyan pêk anî. Tevgera APOCÎ ne tenê têkoşîna gerîla esas girt. Têkoşîna APOCÎ tevî berxwedana gerîla, di eslê xwe de mirovahî û hemû tiştên mirovahî eleqeder dikin, esas girt'. KCK'ê bal kişand ser têkoşîna Tevgera APOCÎ ya ji bo azadiya jinan jî û got: 'Pirsgirêka jinê, birîneke kûr bû. Tevgera APOCÎ ew sîstema jin xistibû, têk bir û ji bo jinan şoreşek pêk anî. Ji ber vê hewldana Rêber APO ya ji bo azadiya jinê, îro jin bû hêzek.  Zîlan, Berîtan, Şîlan, Sorxwîn û Viyan ku Xeta Rizgariya Jinê ya APOCÎ esas girtin, îro xwedî wateyeke mezin in'.KCK'ê Mehmet Denîz'ê doh ji ber êrîşa hêzên tirk jiyana xwe ji dest da jî, wekî 'Şehîdê pêşwazîkirina 8'ê adarê' nirxand û got: 'Mehmet Denîz yekemîn şehîdê pêşwazîkirina çalakiyên 8'ê adarê ye. Em ji malbata Mehmet Denîz û ji hemû kurdistaniyan re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku, emê têkoşîna azadiyê bilind bikin'. KCK'ê çalakiyên heta niha silav kirin û banga tevlîbûna çalakiyên 8'ê adarê roja jinên kedkarên cîhanê kir.
< <<   >> >