|
Yuzbaşiyê teqawitbûyî yê tirk Mûzaffer Tekîn, hate girtin.
Tekîn pêr bi şev, li ser îfadeyên Mehmet D. yê li mala wî gelek bombeyên destan girtibûn, hate binçavkirin. Yuzbaşiyê teqawitbûyî Mûzaffer Tekîn, doh êvarê jî derket pêşberî dadgehê û piştî îfadeyê hate girtin. Navê Yuzbaşî Mûzaffer Tekîn, tevî êrîşa li dijî Dadgeha Bilind, di gelek bûyerên tarî de jî derbas dibe. Yuzbaşiyê teqawitbûyî Mûzaffer Tekîn, wekî avakarê JÎTEMê jî tê zanîn û herî dawî, navê wî di mijara bombeyên li navçeya Stenbol Umraniyeyê hatin dîtin de, derbas dibû. Li aliyê din, albayê teqawitbûyî yê tirk Zekeriya Ozturk jî, di çarçoveya heman lêpirsînê de, hate binçavkiirn. |