| Celal Talabanî wê roja înê biçe Tirkiyê!.. | | Çap kirin | |
|
Serok-komarê Iraqê Celal Talabanî wê roja înê biçe Tirkiyê, lê belê ji ber dijberiya artêşê wê bi merasima dewletê neyê pêşwazîkirin. Serok-komarê tirk Abdullah Gul, roja ku hewldana dadgirkeriya artêşa tirk dest pê kiribû, Talabanî dawetî Enqerê kiribû. Talabanî jî, ji ber dawetê kêfxweşiya xwe anîbû ziman û amadekariya çûyina Enqerê kir. Li ser reaksiyonên kurdistaniyan ya ji ber hewldana dagirkeriya artêşa tirk, Talabanî neçar mabû, serdana xwe taloq kiribû. Piştî hewldana dagirkeriyê bi dawî bû, Talabanî biryar da, roja înê biçe Enqerê û bi rayedarên tirk re hevdîtinan pêk bîne. Biryara çûyina Talabanî jî, li Enqerê rê li ber nîqaşên nû vekir. Ji ber ku rayedarên payabilind ên artêşê naxwazin Talabanî, wekî serok-komar pêşwazî bikin û naxwazin ji bo Talabanî merasima dewletê were lidarxistin, ji Gul xwestin ku, serdana Talabanî wekî serdana kar were bi nav kirin. Serok-komarê tirk jî ev daxwaza artêşê qebûl kir û daweta xwe ya ji bo Talabanî, kir daweta kar. Bi vî rengî wê merasima dewletê neyê lidarxistin û rayedarên artêşê jî, mecbûr nemînin Talabanî pêşwazî bikin û tevlî xwarina ji bo wî bibin. Di vê navberê de çavkaniyên tirk diyar kirin ku, di hevdîtinan de, wê têkoşîna li dijî PKK', rewşa Iraq, pirsigrêka Kerkuk, têkiliyên du-alî û pirsgirêkên herêmê nîqaş bikin. |
| < << | >> > |
|---|
| Nivîskar |
|---|
|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB