|
Kurdan berxwedana HPG'ê pîroz kir |
| Çap kirin |
|
|
Kurdên Mêrsîn û Edeneyê bi siloganên 'Bijî Serok APO', 'Bijî HPG' û 'Bijî gerîla', berxwedana HPG'ê pîroz kir. Bi sedan ciwan doh bi şev li taxa Barbaros ya Edeneyê li hev kom bûn û berxwedana gerîlayên HPG'ê pîroz kir. Ciwanên siloganên 'Gerîla lêdixe AKP'ê dişewitîne', 'Bijî HPG', 'Bijî Serok APO' kêfxweşiya xwe ya ji bo berxwedana gerîla anîn ziman, peyama 'Li çiya gerîla negere, HPG li her deverê ye' dan. Ciwanan li ser mudaxeleyê jî, bi kevir û molotof-kokteylan bersiv da polîsan. Li taxa Şakîrpaşa û Gulbahçeyê jî, ciwanan berxwedana gerîla bi fîşegên hewayî û li Karasuyê jî, bi dadana agir pîroz kir. Li Mêrsînê jî, bi hezaran kes piştî kongreya Komeleya Welatiyên Azad bi meşekê berxwedana gerîla pîroz kirin û siloganên 'Bijî Serok APO', 'Bijî HPG' û 'Bijî gerîla' qîriyan. Li ser mudaxeyê jî, di navbera girse û polîs de şer derket û bi saetan dewam kir. Li gorî agahiyan, polîsan herî kêm 20 kes girtin binçavan û çalakiyên kurdistaniyan jî li tevahiya şevê dewam kirin. |