|
Ferho û Fatim Akgul li gundê Mizîzexê bi merasimekê hatin bîranîn |
| Çap kirin |
|
|
Ferho û Fatim Akgul li gundê Mizîzexê bi merasimekê hatin bîranîn û xelatên Mafên Mirovan yên li ser navên wan jî, gihştin xwediyên xwe. Bav û diya Medenî û Derwêş Ferho, Ferho yê 85 û Fatim ê 80 salî di 3'ê adara 2006' an de li mala xwe ya li gund bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. Malbata Ferho jî, ji bo bîranîna Ferho û Fatim Weqfa Malbata Ferho ava kir û ji bo bîranîna Ferho û Fatim û şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, xelata Mafên Mirovan didin. Ji bo xelatên îsal jî, şaredarê berê yê Surê Abdullah Demîrbaş, malbata Pure Eyşê ku ji ber bombebarana artêşa tirk ya li hemberî Herêma Parastina Medyayê de jiyana xwe ji dest dabû û şaxê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD ya Mêrdînê hêja hatin dîtin. Xelat jî îro bi wesîleya salvegera qetilkirina Ferho û Fatim li ser gora wan ya li gundê Mizîzex ya Mîdyatê merasim hate lidarxistin. Gelek kesên tevlî merasimê bûn, Ferho û Fatim bi bîr anîn û xwestin ku, bûyer were ronîkirin û kujer jî werin girtin. Di merasimê de, Xelatên Mafên Mirovan yên Weqfa Malbata Ferho jî, hatin dayin. |