Hêzên Emerîka bi piştgiriya artêşa Iraqê operasyon lidarxist, 30 mîlîtan hatin kuştin.
Operasyona ku bi tevlîbûna 10 hezar leşkeran, li Diyala û Bakuba di heman demê de destpêkiribû, dewam dike. Berdevkê artêşa Emerîka Mick Bednarek, da zanîn ku operasyon li hemberî El Qaîde û grubên çekdar yên muxalîf, hatiye lidarxistin û wê berdewam bike. Di encama operasyonê de, 30 mîlîtan hatine kuştin. Çavkarniyên herêmî ragihandin ku operasyon bi piştgiriya helikopter û tanqan tê meşandin. Di vê operasyona dawî de, doh jî 22 mîlîtan hatibûn kuştin. |