|
Dadgehên tirk wekî dadgehên AKP'ê tevdigerin |
| Çap kirin |
|
|
Dadgehên tirk wekî dadgehên AKP'ê tevdigerin û rexnekirina hukumeta AKP'ê jî dikin sedema biryarên girtinan. Dadgehên tirk derbarê 8 kurdistaniyên din de, biryara girtinê dan. Mele Muhyettîn Eryilmazê di 25'ê sibatê de, tevlî meşa DTP'a Amedê ya ji bo şermezarkirina hewldana dadgirkeriya artêşa tirk bû. Eryilmaz pirtûka quranî kerîm girtibû destê xwe û hukumeta AKP'ê jî bi zimanekî tûnd rexne kiribû. Hêzên tirk jî piştî du rojan, avêtin ser mala mele Muhyettîn Eryilmaz û ew girt binçavan û dûre jî derxistin pêşberî dadgehê. Dadgehê jî, rexnekirina AKP'ê wekî propagandaya PKK'ê nirxand û derbarê mele Muhyettîn Eryilmaz de, biryara girtinê da. Dadgeha tirk ya Cizîrê jî, derbarê 7 zarokan de, bi îdîaya propaganya PKK'ê biryara giritinê da û hejmara kesên di rojên dawî de li Cizîrê hatin girtin jî, derket 54'an. |