Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Dijberiya Kurdan ya li dijî operasyona dagirkerî dewam dike | Çap kirin |

Doh, li bajarê Frensa Marsilya Jinên Kurd, li Meydana Varian Fry kom bûn û çûne devê dergehê walîtiyê, ji wir jî berê xwe dane konsolosxaneya Emerîka

Jinên ku hejmara wan derdorê 60 kesî bûn, wêneyên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKKê hildan hewayê û sloganên weke: Qatîl Emerîka, Qatîl Tirkiye û Qatîl Erdogan, qîriyan. Di protestoya Jinên Kurd de, pankarta, "Emerîka, ji tenduristiya Ocalan berpirisyar e", bala xelkê kişand. Piştî ku heyeta jinan bi walî re hevdîtin kirin, çalakî bi dawî hat.


Ji aliyê din ve Kurdn li Sanfransisco, doh operasyona dagirker ya artêşa Tirk şermezar kirin.

Kurdên, ji Tenesse, San Diego, Arizona, Florida, Texas, San Francisco, South Dokata hatin, li ber City Hall kom bûn, bi silogana "Şer bidin rawestandin" des b meşê kirin.

Hat diyar kirn ku ji bil Kurdan, Ermenî, Suryanî û Espanyolî di meşê de amade bûn û operasyona dagirkerî şermezar kirin.

Meşa ku bi sloganên weke, Qatîl Erdogan, Bijî Aştî qîriyan, belavok bela kirin û bang li Bush jî kirin ku riyên diyalogê bike rojevê.

Ciwanên Kurd ku li Emerîka dijîn, nameyek ji senatorê United States re şandin. Di nameyê de ji senator dihate xwestin ku hewl bide ku Emerîka bikeve dewrê û riyeke diyalogê ji pirsgirêka Kurd re bibîn in.

< <<   >> >