Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Skandaleke din jî, ji dozgeriya Tekîrdagê re | Çap kirin |
Dozgeriya Tekîrdagê jî, tevlî karwanê 'Xwedê giravî gelê kurd' bû.

Dozgeriya Tekîrdagê, di îdîanameya ku ji bo doza girtiyê ji doza PKK'ê Fûat Parlak amadekiriye de, îmze avête bin skandalekê.

Dozger Tamer Arîfoglu, di îdîanemeyê de, gotina 'Xwedê Giravî gelê kurd', kurd tune hesibandine.

Arîfoglu, diyar kir ku Fuat Parlak, di daxwaznameyeke xwe de, gotina 'Birêz Ocalan' û 'Rêberê gelê kurd' bikaranîne, ev jî pesindariya kesên sucdar e û ji dadgehê xwest ku Fûat Parlak ceza bike.

Girtiyê, ji doza PKK'ê Fûat Parlak jî, dozger bi zimanekî tûnd şermezar kir û anî ziman ku, helwesta dozger, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî kurdan dide xuya kirin û îspata siayseta inkarê ye.

Serfermandariya artêşa tirk, piştî Newroza 2005'an û ji dozgerên Amedê Muammer Ozcan jî, di sala 2006'an de, bi bikaranîna gotina 'Xwedê Giravî gelê kurd' bi mîlyonan kurd tune hesibandibûn.

Ev gotin jî, bûbû sedema reaksiyona dijwar a raya giştî.



< <<   >> >