| Bîtkîn, hate veşartin | | Çap kirin | |
|
Gerîlayê HPG'ê Hasan Bîtkîn, bi siloganên 'Şehîd Namirin' hate veşartin.
Xizmên gerîlayê HPG'ê Hasan Bîtkîn, doh cenazeyê kurê xwe ji Trabzonê girtin û ji bo veşartinê birin Batmanê. Li Batmanê jî, li goristana Asrî ya bajêr merasimek hate lidarxistin. Rêveberên DTP'ê jî di nav de, gelek kesên tevlî merasimê bûn, gerîlayê HPG'yî Hasan Bîtkîn, bi siloganan veşart. Girseya ku tevlî merasimê bû, piştî defin kirinê, ji bo sersaxiyê çû mala malbata Bîtkîn. Li aliyê din, gerîlayê HPG'ê ku di şerê li bejahiya navçeya Şirnex Beytuşebabê, jiyana xwe ji dest da û navê wî nehate zanîn, li goristana navçeyê hate veşartin. Şahîdên bûyerê diyar kirin ku, eskeran bi îdîaya ku li nexweşxanê av nîne, cenaze birine ber çem û bi ava çem şiştin û piştre radestî şaredariya navçeyê kirine. Ekîbên şaredariyê jî, cenazeyê gerîlayê navê wî nehate zanîn, li goristana navçeyê veşart. JINGIL JNILGIL JNIL |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
