Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Ji PE'yê ji bo Demîrbaş piştgirî | Çap kirin |

Reaksiyoneke din a li hemberî ji wezîfeyê-girtina şaredarê Sûrê yê Amedê Abdullah Demîrbaş ji parlementerên Parlemena Ewropa hat.


Serokê Komên sosyalîst, kesk û lîberal yên parlemena Ewropayê, ji wezîfe-girtina Demîrbaş weke skandalekê bi nav kirin.

Serokê Koma Sosyalîst Martîn Schulz, biryara dadgeha tirk ya li hemberî şaredarê DTP'yî Abdullah Demîrbaş şermezar kir û ji Tirkiyê xwest ku, li gorî pîvanên Ewropayê tevbigere.

Hev-serokê koma Keskan Danîel Conh Bendît jî, ji wezîfe girtina Demîrbaş weke skandalekê nirxand û anî ziman ku, ewê derbarê mijarê de bikevin nava hewldanan.

Serokê Koma Lîberalan Graham Watson jî, li sedema ji wezîfê girtina Şaredar Dermîrbaş reaksiyon nîşan da û ji Tirkiyê xwest, xwedî li pîvanên demokratîk derbikeve.

< <<   >> >