|
Komîteya Amadekar a Festîvala li bajarê Holanda Den Haagê, cih da kurdan jî.
Festîvala 'The Hague' ya li Den Haagê ku di 14'ê hezîranê de dest pê kiribû, bi çalakiyên cur be cur dewam dike. Şaredariya Den Haagê, di çarçoveya çalakiyên festîvalê de cih da kurdên li bajêr jî. Şaredariyê, ji ber vê jî, bîlbo-ardên li bajêr bi afîşên kurdan temsîl dikin, xemilandin. Di nava afîşan de wêneyên jinên kurd ku cil û bergên neteweyî li xwe kirine, ala PKKê û wêneyekî Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan jî hene. Festîvala The Hague ya Denhagê wê heta 24'ê Hezîranê dewam bike. |