|
Partiyên Siyasî û rêxistinên civaka sivîl wê operasyona artêşa tirk şermezar bikin. DTP, ESP, SDP û EHP jî di nav de, wê hin partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Stenbolê, sibe bi daxuyaniyeke girseyî balê bikişînin ser operasyona artêşa tirk. Partiyên Siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk, wê sibe seat di 13'an de li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê daxuyaniya hevpar bidin çapemeniyê. Nunerên DTP, ESP, SDP û EHP yên Stenbolê ji hemû aştîxwazên li bajêr, xwestin ku, sibe saet di 13'an de li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê li hev kom bibin. |