| Dewleta tirk niha jî dest bi terora girtinê kir | | Çap kirin | |
|
Dewleta tirk kujer û xwînxwar piştî terora êrîşan, niha jî dest bi terora girtinê kir. Li Colemerg, Batman, Edene û Stenbolê, bi 10'an kes, ji aliyê dadgehên tirk ve hatin girtin. Dadgeha Sûlh Ceza ya Colemergê, bi sedema tevlî çalakiyan bûne, derbarê 17 kesan de biryara girtinê da. Li Batmanê ji 18 kesên di 15'ê sibatê de hatibûn binçavkirin, doh derketin pêşberî dadgehê. Dadgehê jî, bi îdîaya qanûn bin pê kirine, derbarê 16 kesan de biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Batmanê û 2 kesên din jî berdan. Li Edeneyê jî, 15 kes, bi îdîaya tevlî çalakiyên dij-qanûnî bûne, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Li aliyê din, li Edeneyê doh jî 5 ciwan, bi îdîaya tevlî çalakiyan bûne, hatin binçavkirin. Di vê navberê de, li Stenbolê jî, 30 kes ji ber çalakiyên 15 sibatê hatin binçavkirin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|
