Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Konferansa pirsgirêka Kurd û Demokratîkbûnê li Enqerê dest pê kir | Çap kirin |

Konferans iro li Odeya Muhendîsên Înşatê ya Enqerê dest pê kir û 2 rojan bidome.

Konferans di bin sernavê 'Di pêvajoya Destûra Bingehîna Nû de, demokratîk-kirin û pirsgirêka kurd de, tê lidarxistin.

Berdevkê Meclîsa Aştî ya Tirkiyê Prof. Dr. Cengîz Guleç, parlementera DTP'ê Aysel Tûglûk, ji parlementerên berê yên DEP'ê Hatîp Dîcle û Leyla Zana, Prof. Dr. Mûrat Belge, Prof. Dr. Ahmet Însel, Prof. Dr. Baskin Oran, rojnemevan Rûşen Çakir, Aydin Çubûkçû û Serokê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu di konferansê de axifîn.

Prof. Dr. Cengîz Guçel ku axaftina vekirinê kir, balkişand ser nêrîna dewletê ya li hemberî azadiya îfadeyê.

Guleç bi gotina, "Li Tirkiyeyê îfadekirina nêrîna wekî tehdîtkirina yekîtiyê tê dîtin. Rêbaz û armanca çibe bila bibe, lazim e hemû nêrîn bên îfadekirin.

Nivîskar Yaşar Kemal jî peyamek ji Konferansê re şand.

Yaşar Kemel di pêyama xwe de da zanîn ku 'Kesên rastî zilmê tên, biçûk tên xistin li aliyê din ê cîhanê mafên xwe dixwazin. Lê ku hûn li vir mafê 15 milyon kesî nedin demokrasî wê çawa pêk bê?' balkişand ser mafdariya têkoşîna kurdan a ji bo mafên xwe.

Rûniştin di bin serokatiya Prof.Dr. Mete Tuncay da pêk hat û siyasetmedarê Kurd Tarik Ziya Ekîncî têde rexneyên tund li AKP'ê hate kirin.

Ekîncî got, divê êdî Kurd ji bo çareseriyê werin cem hev û wiha axivî: 'Mirov bêje ez di nava AKP'ê de weke Kurd cîh digirim, ev sextekarî û durûtî ye'.

Nivîskar-Lêkolîner Ayşe Hur, Hîndekar Murat Belge û Prof. Dr. Cemîl Koçak jî bal kişandin ser pirsgirêka Kurd û ew weke girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyê bi nav kirin.

Parlemantera DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk bal kişand ser 'welatîbûyîna li gorî Destûra Bingehîn', got ev ji bo Kurdan xwedî grîngiyeke stratejîk e û 'Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan nikare pirsgirêka Kurd çareser bike.'

Konferansê bi mijarên 'Rêveberiyên Herêmî' û 'Tevgera Jinê û Aştiyê' dewam kir.

< <<   >> >