Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Bayram û Avcil ji sextekarî re hatin girtin | Çap kirin |
  Mudurê navenda nûçeyan a Soz tv û
rojnemeya Soz ya Amedê
Saît Bayram û nûçegehan Firat Avcil
 ji ber nûçeyeke derew hatin girtin.

Bayram û Avcil ji ber nûçeya wekî 'dadgerê yekemîn Sulh Cezayê' Mehmet Yucel Kurtoglu ji ber ruşwet girtiye, surgunê Amedê hatiye kirin' hatin girtin.

Bayram û Avcil doh derketin pêşberî dadgehê û bi îdîaya nûçeya derew weşandine hatin girtin.

Mudurê navenda nûçeyan a Soz tv û rojnemeya Soz ya Amedê Saît Bayram û nûçegehan Firat Avcil îdîa kirin ku, derbarê nûçeya wan de, di destê wan de belge hene û rojnameya Vatan jî di 19'ê nîsanê de nûçeya heman rengî weşandine.

Rojnema û televîzyona Soz li Amedê weşana herêmî dikin û bi nûçeyên derew ên li dijî Tevgera Azadiya Kurd û alîgirên beşeke dewleta tirk tên nasîn.

< <<   >> >