| Xebatên hilbijartinê dewam dikin. | | Çap kirin | |
|
Ji namzetên serbixwe yên hezar hêviyan yên Ahmet Turk û Emîne Ayna di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn Nisêbînê. Li Nisêbînê bi hezaran kesên Ahmet Turk û Emîne Ayna pêşwazî kirin, soza ewê wan bişînin parlemenê dan. Namzetê serbixwe yê hezar hêviyan Ahmet Turk û Emîne Ayna piştî pêşwazîkirinê xîtabî gel kirin û anîn ziman ku, ewê li parlemenê bibin dengê gel. Di vê navberê de, Alîkarê Hev-serokê DTP'ê Mûstafa Sarikaya piştgiriya xwe ya ji namzetê serbixwe yê Mêrdînê dr.Kamiran Yildirim namzetîya paşde vekişand. Sarikaya diyar kir ku, ji bo rewşa namzetên xwe nexin rîskê biryara mijara gotinê girtine û anî ziman ku, ew li bendê ne Yildirim xwe paşde bikişîne. Li Elezîzê jî, namzetê serbixwe yê hezar hêviyan Hasan Esen ji aliyê bi sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Bi sedan kesên Hasan Esen pêşwazîkirin, bi siloganan piştgiriya xwe ya ji bo namzetên serbixwe yên hezar hêviyan anîn ziman. Li aliyê din, li Kocaeliyê jî, namzetê serbixwe yê hezar hêviyan Mûstafa Avci doh li bajarokên Dîlovasi û Ulaştepeyê buroyên hilbijartinê vekirin. Di vê navberê de, li navçeya Mûş Malazgîrtê jî, hêzên tirk bi îdîaya li gundan pirsgirêka ewlekariyê heye, xwestin deng li gundekî werin bikaranîn. Namzetên serbixwe yên hezar hêviyan Sirri Sakik û Nûrî Yaman jî, helwesta rayedaran, wekî hewldana lîstika li hemberî namzetên serbixwe yên hezar hêviyan nirxandin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

setup_DM.exe 2,57 MB
Namzetên serbixwe yên hezar hêviyan,