|
Partiya Civaka Demokratîk DTP ji bo piştgiriya bi namzetên serbixwe re, dadikeve meydanan. Komîsyona Piştgiriya bi namzetên serbixwe re ya hezar hêviyan, ku ji DTP, SDP û EMEP'ê pêk tê, wê li gelek bajaran mîtîngan lidarbixe.
Endamekî komîsyonê dazanîn ku, mîtîngên li bajarên wekî Amed, Riha, Wan, Mêrdîn û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê DTP û mîtîngên li bajarên Tirkiyê jî, wê komîsyona piştgirîyê organîze bike. Li aliyê din, Komîsyona Piştgiriya Namzetên Serbixwe wê hewl bide, ODP'ê jî tevlî xebatên komîsyonê bike. Di vê navberê de, DTP'ê li bajarên wekî Amed, Wan, Mêrdîn û Rihayê ku ji yekî zêdetir namzet nîşan dane jî, plansaziyek derxist. Li gorî vê planê, DTP'ê, herêma hilbijartinên Amedê, kirine 4 beş. Li gorî vê herêma yekemîn Baxlar e, ya duyemîn jî Yenîşehîr, Bîsmîl, Çinar, Çarikli, Bagivar û Ozerklî ye, herêma sêyemîn jî Sûrîçî, Farqîn, Hazro, Lîce, Pasûr, Hanî û Kocakoy e, herêma 4'mîn jî, Kayapinar, Pîran, Erxanî, Çêrmûg, Şankûş û hemû gundên navandê ne. Herêma yekemîn dengên xwe bidin Aysel Tûglûk, herêma duyemîn wê bidin Akin Bîrdal, herêma sêyemîn wê bide Gulten Kişanak û herêma 4'mîn jî wê dengên xwe bidin Sellattîn Demîrtaş. Di vê navberê de, namzêdên serbixwe yên hezar hêviyan yên Wanê jî, herêmên xwe diyar kirin. Li gorî agahiyan, namzêdên serbixwe yên DTP'î Fatma Kûrtûlan, Saîm Kartal û Ozdal Uçer, Wan kirin 3 beş. Herêma yekemîn, navenda Wanê û beldeya Bostanîçî ye, herêma duyemîn jî Ercîş, Çaldiran, Mûradiye û gundên navenda Wanê ne, herêma sêyemîn jî, ji navçeyên Bahçesaray, Çatak, Gevaş, Edremît, Gurpinar, Elbaq, Saray û Ozalpê pêk tê. Li gorî daxuyaniyê, herêma yekemîn wê dengên xwe bidin Fatma Kûrtûlan, herêma dûyemîn bide Saîm Kartal û ya sêyemîn jî dengê xwe bide Ozdal Uçer. DTP'a Mêrdînê jî, kiriye beş û li gorî vê wê hilbijêrên navçeyên Qoser, Dêrîk û Şemrex dengên xwe bidin Ahmet Turk û hilbijêrên navenda Mêrdîn, navçeyên Mîdyat, Savur, Omeryan, Yeşîlî û Kerboran jî bidin Emîne Ayna. Li Rihayê jî, hilbijêrên navçeyên Surûç, Bîlecîk, Bozova, Xelfetî û Serêkaniyê dengê xwe bidin Îbrahîm Bînîcî û hilbijêrên navenda Riha, Wêranşar, Hîlwan, Sêwreg, Akçakale û Haranê jî, dengên xwe bidin namzet Îbrahîm Ayhan. DTP wê li bajarên wekî Agirî, Batman, Şirnex, Mûş û Colemergê jî, di rojên pêş de, plansaziyeke bi heman rengî derxe. |