Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Rojnamevan diçin Çiyayê Qandîlê | Çap kirin |
Rojnamevan ji bo protestokirina qedexeyê, diçin Çiyayê Qandîlê.Ji bajarê Başûrê Kurdistan Silêmanî, sibe wê rojnamevan ber bi Çiyayê Qandîlê ve bimeşin.Komek rojnamevanên 'Însiyatîfa Meşa Qandîlê' ava kirine, çalakiyê ji bo protestokirina qedexeya li hemberî rojnamevanan pêk tîne.Însiyatîfa rojnamevanan da zanîn ku, meş wê sibe saet di 6'an de ji Silêmanî û saet di 10'an de jî, ji Ranyayê dest pê bike.Însiyatîfa Rojnamevanan ji hemû saziyên netewî û navnetewî xwest ku, tevlî çalakiya wan bibin.Rojnamevan wê bi meşê biçin cihên ku artêşa tirk bombekirine, bi gundiyên ji êrîşên artêşa tirk zirar dîtine hevdîtinan pêk bînein û dûre jî bi gerîlayên HPG'ê re civîneke çapemeniyê pêk bînin.Însiyatîfê ji bo rojnamevanên ku bixwazin tevlî meşê bibin jî, ev hejmara telefonê da.00 964 770 22 22 464
< <<   >> >