|
Şaredarê beldeya Surê ya Amedê Abdullah Demîrbaş biryara Dadgehê weke 'biryarek siyasî' nirxand.
Dadgeha Şêwirmendî ya tirk doh li ser daxwaza Wezereta Karên hundurîn, şaredarê DTPyî yê beldeya Amed Surê Abdullah Demîrbaş ji wezîfeyê girtibû.
Dadgeha Bilind, bi şaredar Demîrbaş re, meclîsa şaredariya Surê jî fesih kir. Abdullah Demîrtaş, biryara Dadgeha Şêwirmendiyê weke 'biryareke siyasî' nirxand û got: "Dema ku meclîsa şaredariyê ev biryar stand, armanc ew bû ku ji bilî tirkî, zimanên herêmî jî bêne bikaranîn. Demîrbaş, doh êvarê tevlî bernameya radyoya me ROJANE bû û biryara Dadgeha Bilind ya ji wezîfê girtinê, weke biryareke siyasî nirxand û şermezar kir. Demîrbaş wiha berdewam kir: Biryarên wiha siyasî nikarin rê li ber têkoşîna gelê Kurd ya aştî û demokrasî bigirin. Demîrbaş dazanîn ku, ji bo rawestandina biryara dadgeha Bilind, ewê serî li cihên pêwendîdar bidin, eger ev rê jî bê girtin ewê dozê bibin dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa. Li aliyê din, Serokê DTP'a Amedê Hîlmî Aydogdu, rêvebirên bajêr, ji namzêdên serbixwe yê 'Hezar Hêvîyan' Gulten Kişanak û Selahattîn Demîrtaş jî, di nav de gelek kes ji bo piştgiriyê çûn serdana Demîrtaş. Şaredarê Amedê Osman Baydemîr jî, ji wezîfeyê girtina Demîrbaş şermezar kir û anî ziman ku, biryarên bi vî rengî wê xizmetê ji aştî û demokrasî re nekin. |