Mal
Emîne Ayna serdana Abdullah Gul ya Emerîkayê rexne kir | Çap kirin |
Hev-seroka DTP`ê Emîne Ayna serdana Serok-komarê tirk Abdullah Gul ya Emerîkayê rexne kir û da zanîn ku, cihê çareseriya pirsgirêka kurd ne Emerîka ye.

Ayna, serdana Gul ya Emerîkayê ji DÎHA`yê re nirxand û got: `Di cihê ku Gul li Emerîka û li derveyê welêt xebatên dîplomasiyê yên li dijî PKK`ê meşandinê de, bila pêwistiya gotina `cûdayî dewlemendiye` pêk bîne.


Hev-seroka DTP`ê Emîne Ayna ji Gul xwest ku hêviya xwe bi Emerîkayê re negirêde û got: `Tirkiye hêviya xwe bi Emerîkayê re girêdaye.


Lê belê ev neçareseriye. Xwedî Gul, di cihê vê serdanê de lîderê hemû partiyên parlemen û derveyê parlemenê kom bikira û rastiya pirsgirêkê bi nav bikira.


Emîne Ayna got ku, heger Gul tiştek wisa bikira, wê xizmetek û alîkariyeke baş ya Tirkiyê bikira.

< <<   >> >