Li Kurdistanê şert û mercên ne baş yên zivistanê têsîrê li tevahiya jiyanê dike.
Ji berfa zêde li gelek bajar, navçe û gundan rê li çûnûhatine hatin girtin.
Li Kurdistanê berfa zêde ku ev bi rojane dibare, germa hewayê daket bin sifirê û hîn jî rêya zêdetirî hezar gundan li çûnûhatinê girtî ye.
Rayedarên meteorolojiyê dan zanîn ku li Erzirom û Erdexanê germa hewayê daketiye 9 derece bin sifirê, li Qersê 8, li Îdir û Erzîncanê jî 2 derece bin sifirê ye.
Li Erziromê rêya 438 gundan, li Erzîncanê 246, li Qersê 163, li Çewlikê 153, li Dêrsimê 137, li Mûşê 95, li Îdirê 64 û li Erdexanê jî rêya 47 gundan li çûnûhatinê girtî ye.
Gundiyên li navend û navçeyên Colemergê jî rojên herî sar ên salê dijîn û tevî lûleyên avê, depoyên wesaîtan jî qerisîn.
Bi sermayê re nexweşî jî zêde bûn û ji ber vê yekê serlêdanên li nexweşxaneyan jî roj bi roj zêde dibin.
Wekî din ji ber ku riyan qeşa girtiye, îhtimala wesaît û rêwî jî qeza bikin zêde bûye. |