Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
Ocalan xwest parêznameya wî neyê astengkirin | Çap kirin |
 Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan xwest parêznameya wî neyê astengkirin. Ji parêzerên Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Ayşe Batûmlû û Suleyman Ozbayhan, doh ji bo hevdîtina heftane çûn Girava mralîyê. Parêzeran, li Îmraliyê qasî seatek hevdîtina bi Ocalan re pêk anîn û dûre jî vegeriyan Stenbolê. Parêzeran derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyeke kurt dan û diyar kirin ku, Ocalan di hevdîtinê de li ser parêznameyeke ku amade kiriye, rawestiyaye.

Ji parêzerên Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Ayşe Batûmlû û Suleyman Ozbayhan, doh ji bo hevdîtina heftane çûn Girava Îmralîyê.

Parêzeran, li Îmraliyê qasî seatek hevdîtina bi Ocalan re pêk anîn û dûre jî vegeriyan Stenbolê.

Parêzeran derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyeke kurt dan û diyar kirin ku, Ocalan di hevdîtinê de li ser parêznameyeke ku amade kiriye, rawestiyaye.

Li gorî parêzeran, Ocalan careke din bal kişandiye ser girîngiya parêznameya amade kiriye û gotiye ku, wî di parêznameyê de pirsgirêka kurd û pirsgirêkên herêmê nirxandine û pêşniyarên çareseriyê anîne ziman.

Ocalan, ji ber ku dest danîne ser parêznameya wî, rayedarên dewleta tirk rexne kirin û xwest parêznameyê bidin wî, radestî parêzerên wî werekirin.

< <<   >> >